IKL Haberleri

Bîranîna Dr Nûredîn Zaza

21 görüntülenme
Bîranîna Dr Nûredîn Zaza

Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), beşdarî bîranîna Dr. Nûredîn Zaza bû.

Axaftina Necat Zanyar
Axaftina Şehmus Özdemir

Bîranîn, 11.10.2026an de li Lozanê li ser gora Nûredîn Zaza pêk hat. Shengo Zaza (kurê Dr Nûredîn Zaza) li ser gorê pêşwaziya mêvanan kir.

Di bîranînê de, serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û sekreterê enstîtuyê Şehmus Özdemir, li ser navê enstîtuyê axavtin kirin. Necat Zanyar di axavtina xwe de destnîşan kir ku pêwîstî bi nirxandina fikrên Dr Nûredîn Zaza heye û Enstîtuya Kurdî ya Lozanê vê yekê wek erka xwe dibîne. Şehmus Özdemir jî behsa bîranîneke xwe bi Dr. Nûredîn Zaza re kir.

Di bîranînê de ji PDK-S û civaka Kurd ya Lozanê gelek kes amade bûn. Nazile Afkhamî û Dr. Azîz Abdulkarim jî di bîranînê de hazir bûn. Bîranîn bi çelengdanîn, rêzgirtin û axavtinan pêk hat.