Welat

2 görüntülenme

Îroke di qelbê me hemiyan evîniyek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evîniyê disojin; û ji ber wî agirî em ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil hemî tiştê xwe em hazir in di wê rê da bidin. Ew çi eşq e, çi evînî ye? Elbet evîniya welat e.

Îroke di qelbê me hemiyan evîniyek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evîniyê disojin; û ji ber wî agirî em ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil hemî tiştê xwe em hazir in di wê rê da bidin.

Ew çi eşq e, çi evînî ye?

Elbet evîniya welat e.

Lewra ew wextê min li welat derbaz kiri, çu caran ji bîra min naçit; hemî wextan li pêş çavê min e. Ew zozanê reng reng di gulan da xemilî, ew sosin û beybûnêd taze di bin kewiyêd berfê derketî, ew hewayê saf bi wan bêhnan, nimûnekê ji cennetê ye

Ew keriyêt pezî, wextê dikalin, ‘elametê masûmiyeta Kurdan e.

Li hemî deran zozan hene, li hemî deran pez heye. Ez nizanim ji ber çi, hinde wan zozanan, wan çiyan, wan pezan li min şîrîn nayetin.

Nizanim... Belku biçûkatiyê daîma digel wan buhartiye, sera hinde; yan jî wekî Xweda afirandî, weha şîrîn afirandiye; yan jî kesêd li wê da bi ezmanê min xeber didin û bab û birayêt min li wê ne, ji ber wî qasî. Welhasil ez tênagînim.

Tenê agirekî, eşqekê çar rexêt mêlakê min werhatiye; daîma disojit, diqelînit. Wextê behsê welat dikin, ez texmîn dikim wê li ber şolek mezin westame; di riya wê şolê, wê xebatê canê xwe bidim, bimirim, ji bo min mezinahiyek e, fexrek e. Temaşe dikim, riya mirinê nabînim.

Derhal dengekî ji wicdana xwe dibihêm ku:

“Aqilê xwe berhev ke; wextê mirinê nîne, wextê jînê ye”.

Li ser vê nesîhetê çavê xwe vedikim, çar terefêd xwe dinihêrim. Tiştê ji bo jînê lazim, zehf kêm in.

Di navbeyna “Jîn-mirinê” westam; muteheyyir û dûmayî, herdu destê xwe daye cênîgan, xeman dikim.

Di wî halî da min dît ji oda dîtir dengê Qur’anê têt. Min guhdarî kir; sûreye “Tenzîl” dixwînin. Ayeta “La teqnetû mîn rehmetîllah…” guhê min ket.

Bi wê mizgîniyê ez rabûm, xerîta welatê xwe vekir, naved bajaran û gundan min xwend û bi wê mutesellî bûm.

26 Kanuna Paşî 335(1919)

Ji Mala Hekariyan

Ebdurrehîm Rehmî