Ji Nû ve Li Neteweperweriya Kurd Fikirîn

7 görüntülenme

Neteweperweriya kurd ne tenê bertekek e li hember înkar, zext an bêdewletiyê. Ev nivîs bangewazî ye ji bo ji nû ve fikirîna li ser wê wek hişmendiyeke neteweyî ku dispêre hafizaya hevpar û aidiyeta kolektîf.

Di salên dawî de yek ji têgînên ku herî zêde tê bikaranîn lê belkî ya herî kêm hatî diyarkirin di siyaseta kurdî de neteweperweriya kurd e. Lê piraniya wan kesên ku vê têgînê bi kar tînin, zêdetir vedibêjin ku ew çi nîne, ne ku ew çi ye. Carna jê re tê gotin “îptidaî”, carna “reaksiyoner”, carna “hestyarî”, carna jî “popûlîst”. Bi vî awayî neteweperweriya kurd ji têgîneke siyasî derdikeve û dibe sûcdarkirin.

Pir caran ji ser ceribandinên neteweperweriya tirk, ereb an farsî tê xwendin. Hin kes wê tenê wek bertekek li hember înkarê dibînin; hin kes jî tenê wek projeyek avakirina dewletê pênase dikin. Lê ti yek ji van nêzîkahiyan nikare bi tevahî rave bike ka neteweperweriya kurd çi ye.

Li gor min şaşiya bingehîn li vir ew e ku neteweperweriya kurd timî bi şertên derveyî tê pênasekirin: înkar, asîmîlasyon, zext, bêstatûbûn an bêdewletî hwd. Bê guman, hemû van di geşepêdana hişmendiya siyasî ya kurd de roleke girîng lîstine. Lê tu ji wan, bi tena serê xwe, ne çavkaniya neteweperweriya kurd e.

Çimkî kurd ne ji ber ku hatibûn înkarkirin, ne ji ber ku bêdewlet hatibûn hiştin, ne jî ji ber ku zext lê hatibû kirin bûn kurd. Hebûna neteweyî ya kurdan dispêre ceribandinên dîrokî yên hevpar, hafizeya hevpar, domdariya çandî û hîssa aidiyeta kolektîf. Lewra ravekirina kurdîtiyê tenê li ser zextên ku derbas bûne, tê wê wateyê ku encam bi sedemê re bê tevlihevkirin.

Çimkî ew ku miletek xwe wek milet dibîne nayê ravekirin tenê bi muameleya ku jê re tê kirin. Hişmendiya neteweyî ne tenê ji zextan, lê ji hafizeya hevpar, aidiyeta hevpar, ceribandina dîrokî ya hevpar û hîssa pêşerojeke hevpar jî dixwe.

Loma pênasekirina neteweperweriya kurd tenê wek bertekek li hember înkarê kêm dimîne. Eger neteweperwerî tenê reaksiyon bûya, ew jî dema înkar ji holê bê rakirin diviya ji holê rabûya. Lê ti hişmendiya neteweyî ya cîhanê bi vî awayî naxebite. Îro Frensiz bi dijminahiya elmanan, japonî bi dijminahiya çînî an norvecî bi dijminahiya swêdî nayên hebûnê. Lê dîsa jî hişmendiyên wan ên neteweyî didomin.

Yanî hebûna miletekî ne girêdayî hebûna dijminên wî ye.

Tam ji ber vê yekê em nikarin neteweperweriya kurd tenê li ser hevberdanê pênase bikin. Pênaseyeke wisa, kurdan ji bûyîna kirdeyê dîrokî û siyasî derdixe û wan dadixe ser komeleyek ku tenê li hember faktorên derveyî reaksiyonê dide. Lê tişta ku hebûna miletekî dom dike ne tenê îtirazên wî ne, lê berdewamiya wî di dîtina xwe wek civakek hevpar e.

Tişta herî girîng eve: divê em diyar bikin ku milet û dewlet ne yek tişt in.

Hebûn an nebûna dewletekê, bi tena serê xwe, hebûna miletekî rave nake. Mirov milet in çimkî xwe wek endamên civakeke diyarkirî hîs dikin. Miletek tenê ne ji ber zextên ku derbas kirine; çimkî xwe wek civakek li dor dîrokeke hevpar, hafizayeke hevpar û aidiyeteke hevpar dîtin berdewam dike, milet e.

Loma hişmendiya neteweyî nayê ravekirin tenê wek encama şertên siyasî an zextên dîrokî. Berevajî, ew dispêre hîssa aidiyeta kolektîf ku ji wan şertan dirêjtir dijî.

Li vir tişta balkêş ev e: neteweperweriya kurd pir caran di bin bandora edebiyata antî-kolonyal de tê şirovekirin. Bi taybetî çarçoweya ku Frantz Fanon li ser gelên kolonîzekirî pêş xistiye, di nîqaşên li ser pirsa kurd de bûye yek ji çavkaniyên herî zêde tê bikaranîn.

Beşdariya Fanon bê guman girîng e. Bi taybetî ji bo ravekirina vê yekê ka çawa di civakên kolonîzekirî de hişmendiya neteweyî dibe hêzeke mobilîzasyona siyasî, hîn jî giraniya xwe diparêze. Lê çarçoweya Fanon ne ji bo fêmkirina vê yekê ku hişmendiya neteweyî çima derdikeve holê, lê ji bo ka çawa di şertên dîrokî yên diyarkirî de xurttir dibe, alîkariyê dide me. Lê li gor min, ravekirina neteweperweriya kurd tenê wek bertekek li hember kolonyalîzm, înkar an zextê pir kêm dimîne.

Çimkî nêzîkahiyek wisa, çavkaniya hişmendiya neteweyî bi piranî di zextên derbasbûyî de digere. Lê hebûna kolektîf a kurdan dispêre rastiyek ji wan zextan kevintir û kûrtir. Înkar, asîmîlasyon û bêstatûbûnê dibe ku hişmendiya neteweyî ya kurd xurttir kiribin. Lê tişta ku ew aniye holê ne ev in.

Zêdetir: eger hûn hişmendiya neteweyî ya miletekî tenê bi şertên ku ew derbas dike pênase bikin, dema ew şert ji holê rabin, tişta we pênase kirî jî mecbûr e ji holê rabe. Yanî, eger hûn neteweperweriya kurd tenê li ser înkarê pênase bikin, dema înkar biqede divê neteweperweriya kurd jî biqede.

Lê tişta ku miletekî dike milet ne ya ku tê serê wî ye, lê ya ku xwe wek kê dibîne ye.

Lewra pênasekirina neteweperweriya kurd tenê wek bertekek, refleksek parastinê an “neteweperweriya miletekî bindest” kêm dimîne.

Neteweperweriya kurd berî her tiştî hişmendiya kurdan e ji bo berdewamkirina hebûna xwe ya kolektîf, mayîna wek kirdeyê siyasî û xwedîderketina li ser pêşeroja xwe. Înkar, zext û bêstatûbûn dikarin vê hişmendiyê xuya bikin, xurttir bikin an tûjtir bikin. Lê tişta ku wê dide holê ne ev in.

Bi qenaeta min şaşiyek din jî ev e ku neteweperweriya kurd wek îdeolojiyekê tek-tîp tê hesibandin. Lê di tarîxa cîhanê de tu neteweperwerî tek-tîp nebûye.

Îro di nav qadeke ku jê re neteweperweriya kurd dibêjin de bi hev re serxwebûnxwaz, federalîst, konfederalîst, lîberal, muhafazakar, sosyalîst, sekuler, dîndar û rastrew hene. Û tevî hemû van cudahiyan, aidiyeta hevpar a li ser pirsa neteweyî ya kurd nayê ji holê rakirin. Berevajî, ev rewş nîşan dide ku neteweperweriya kurd divê ne wek îdeolojiyekê, lê wek malbatek siyasî ya pir berfirehtir an wek qadek siyasî ya neteweyî bê hesibandin.

Lewra neteweperweriya kurd nayê dakêşandin ser rêxistinekê, partiyekê an xetek îdeolojîk ya diyarkirî. Ew ne tenê dilsoziyek li hember rêxistinekê ye, ne jî awayekî girêdayîbûnê yê li dora serokek diyarkirî ye.

Tişta ku di navenda wê de cih digire ev e: berdewamiya hebûna kolektîf a kurdan, nasandina wan wek kirdeyê siyasî û şiyana xwedîderketina wan li ser pêşeroja xwe.

Loma neteweperweriya kurd divê ne wek îdeolojiyek serdestiyê, lê wek îradeya miletekî ji bo parastina hebûna xwe, ji nû ve hilberandina wê û diyarkirina pêşeroja wê bê xwendin.