Xewa Me

1 views

Îro, ku hemî millet ji xewa sibê rabûne, ji bo jîna xwe dixebitin, melayêt her milletekî li ser minarêt xwe bangê sibê didin, hewayê sibê yê saf li ser hemî mexlûqat ‘elametê jînê belav dike, em hêj di xew da nin! Belê, her kesekî barê xwe bar kirin, bi rê ketin; em hêlane cihê waran, li cihê warêt …

Îro, ku hemî millet ji xewa sibê rabûne, ji bo jîna xwe dixebitin, melayêt her milletekî li ser minarêt xwe bangê sibê didin, hewayê sibê yê saf li ser hemî mexlûqat ‘elametê jînê belav dike, em hêj di xew da nin!

Belê, her kesekî barê xwe bar kirin, bi rê ketin; em hêlane cihê waran, li cihê warêt ku ji xêrê me kes nemaye. Warê me kevn bûne, mal û dewarêt me ji ber bêgiyahî dê hemî telef bibin. Paş hingê em dê çavê xwe vekin...

Hey ho! Gelo me çi kir! Êvar e, em nagîhîne çu waran; pezê me dê gur bixut. Em kengê bigîhîne warekî, sêla xwe daynin, li ser nanê xwe bipêjin?

Zaryê me birçî ne. Eve çi bû me li serê xwe anî... Poşmaniya paşî faîde naket. Em hêj di xew da nin! Hem di xewekê wisa da nin, hetta melayêt me wextê bangî berze kirine. Kelebabêt me lal bûne, ew jî bang nadin. Keriyêt pezî li ser şivanan çûne, ew hêj di xew da nin. Mastêt me li ber dêrhetavê di mencelan da kirkişîne. Dewarêt me benêt xwe bizdandine, bi çolê ketine. Em hêj di xew da nin. Êdî bes e. Qet çu nebî, niwêja sibê, keya hetavê li me çû, hêj êvar nebûye em hişyar bibin, niwêja nîvro ya weqtê bêriyê li me neçit.

Eger weqit li me biçit pezê me dê bihevişit, em dê ji şîr û mastan bibin; vê carê dê hale me bibîte çi? Em dê hingê bigirîn. Emma bi girînê çu çênabit. Xebera bab û bapîran e: “Wekî girin faîde bikira, babê min dê ji gorê rabûya”.

Min got “xew”. Aqilê te neçîte xewa şevê li bin nivînan; belkî xewa şev û rojan li bin nezanînê û cehalet e. Eger em di xewekê weha neba, me dê temaşe bikira însaniyetê, di dinyayê çawa xebitit; li bin erdê, li ser erdê, li esmanî, her rojê tiştekî derêtxit. Telefon, telgraf, şemendufer, wapor, telgrafa bêtêl, elektrik, teyare, balon… Ew hemî ji esmanî nebarîne, ji erdê şîn nebûne; belkî ji destê însanan çêbûne.

Ew ji destê kîşkan çêbûye?

Ewêt hişyar, ewêt hişyar.

Ma em hişyar nînin?

Wekî em hişyar ban, tiştê ji bo me lazim me dê dîtiba.

Çi ji bo me lazim e, me nedîtî?

Zanîn... Zanîn... Zanîn...

24 Çiriya Ewil 334 (1918) Ji Mala Hekariyan E. Rehmî