Founding Concept
Institut kurde de Lausanne
Em di serdema zanîn, zanist û teknolojîyê de ne. Di vê heyamê de pêşketina neteweyan bi van pêkan e. Navendên van amûran enstîtu, akademî, zanko û zanîngeh in.
Lozan di dîroka Kurdan de cihekî giring digire. Bi Peymana Lozanê Kurdistan li çar parçeyan hatîye dabeşkirin û Kurd bûne bindestê sisê neteweyên cuda.
Tevgera ronakbîrîya Kurd di destpêka sedsala bîstî de dest pê kiriye û heta Lozanê şax vedaye.
Rojnameya yekem ya Kurdî bi navê Kurdistan li Qahîreyê dest bi weşanê kiriye û li Cenevreyê weşana xwe domandîye.
Di nêzdîrokê de kesayetên mîna Dr. Nûredîn Zaza û Îsmet Şerîf Vanli jîyana xwe li Lozanê derbas kirine.
Di destpêka sedsala bîst û yekê de, li Kurdistanê pêleke nû ya koçberîyê pêk hatîye. Ji van koçberan girseyeke mezin li Swîsreyê bi cih bûne.
Ji çar navendan, navenda herî mezin ya dûyem ya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê ye (United Nations Office at Geneva, UNOG). Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Ewrûpayê (CERN) li Swîsreyê kantona Cenevreyê ye.
Ji ber van taybetmendîyan û gelek sedemên din, li Swîsreyê pêwîstî bi sazûmanên zanistî yên Kurdî heye. Bingeha van sazûmanan jî Enstîtuyên Kurdî ne.
Enstîtû, di ser bîrdozî û sazîyên civakî û sîyasî re ye. Berê xwe dide qadeke bilind û xebatên zanistî dike. Hevberîya partî û komeleyan nake. Dibe navenda hevpar ya hemî alîyan.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê dê bibe yek ji markayên Kurdî li Swîsre û Ewrûpayê. Bingeha lêkolîn, pêwendî û xebatên zanistî xurt bike.
Di vî warî de pêwîstî bi navenda lêkolînên kurdî, pirtûkxaneya Kurdî, qursên zimanê Kurdî, akademîya dîjîtal, komên xwendinê, konferans û semînerên zanistî, komxebat, atolye, pêwendîya ligel dezgehên perwerdehîyê yên kanton û komunan, pêwendîya ligel zankoyên Swîsreyê û pêwendîya sazî û sazûmanên Kurdî yên li kantonên cuda heye.
Her wiha ji bo di dahatuyê de Zankoya Kurdî ya Ewrûpayê (European Kurdish University, EKU) bê damezrandin, amadekirina bingeha zankoyê jî yek ji xalên xebatê û amancên enstîtuyê ye.
Bi vê mebestê, dûr ji bîrdozî û sîyasetan, bangewazîyê li Kurdên zana û berpirsiyar yên ji her alîyê Kurdistanê ku li Swîsreyê dijîn dikim; Desteya Amadekar ya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê pêk bînin û bi dilsozî hevkarî û xebatê bikin.
