Rojeke sar û tarî ya 2017an min yekem caran helbesteke Hilde Dominê xwend. Ez hê nû ji mala xwe hatibûm qewirandin û min berê xwe da bû Berlînê. Li vî welatî “hê” maleke min tunne bû û min nizanibû gelo pêkan e ku meriv piştî temenekî bibe “nişteciha” welatekî nû.
Helbesta yekem ev bû;
Xwe newestîne
ber‘eks
kerrekerr destên xwe rane
mûcîzatê
mîna ku ew çivîkek be. (“Nicht Müde Werden”/Xwe Newestîne))*
Dibê gotin, heke meriv bikeve li ber bê hewcedariya bawerkirina bi mûcîzeyan zêde dibe. Qey lewma gelek kêfa min bi vê helbestê hatibû.
Lê wan çaxan, min hê nizanibû ku ewleda miletê bê-dewlet û bê-sitar neçar e ku baweriya xwe bi tenê “xwe” bîne da ku rêya vegerê ya malê bibîne. Û heke bikaribe vegere wê derê, mixabin wê malek tunne be lê divê ew ewleda miletê bê-dewlet û bê-sitar, mala xwe bi xwe ava bike; hêdî hêdî lê bi saxlemî…
Wê rojê van gotinên Hilde Domînê yên kûr û tenik mîna destê veşartî yî Xwedê serê min miz dabû. Min deftera xwe derxistibû û ev gotin berê almanî û paşê kurmancî nivisîbûn. Li biniya helbestê navê Hilde Domîn hebû lê min ew nas nedikir û heya niha tu pirtûkeke wê nexwendibû. Piştî vê rojê, heya roja îroyîn gelek şevên min bi helbestên wê xweş û aram derbasbûne. Dixwazim derheqa jiyan û helbestên Hilde Domînê de raporekî binivîsim ji ber ku dixwazim bawer bikim ku mirov hêz û şiyana xwe ji mirovan digirin. Dixwazim bawer bikim xwînerên kurdî/kurmancî yên qedirbilind wê di helbestên Hilde Domînê de teseliyekê bibînin li hemberî hemû kêşe û çetiniyên jiyanê. Û dixwazim bawer bikim ku helbestên wê de hindek kevirên serê rêyan hene ku dema penabereke kurd wenda bibe, ev kevir wê rêya vegera malê ji wê nîşan bidin. Wê çaxê penabereke vegere ber etegên Gilîdaxê, Hilde Domîn wê vegera Koln û Heidelbergê.
Hilde Domîn di 1909an de li bajarê Almanyayê Kolnê tê dinyayê. Ew zaroka duyem ya malbateke cihû ya ne-oldar e. Bavê wê li bajarê Kolnê wek parêzerekî jîr û rêzdar dihat nasîn. Domîn dema behsa malbata xwe û bi taybetî bavê xwe dike, her tim bi şadî û şanazî dibêje ku ew li maleke bi pirtûk, xwarin û hezkirinê dagirtî mezin bûye.
Di zarokatiya min de tu astengiyek derneket pêşiya min. Ber’eksî vê! Bavê min tirs û xof nexist dilê min. Ez azad bûm çi bixwazim wê bixwînim. Piştî piçekî inyadkirinê min karibû heywaneke malê bidime kirîn. Li oda min kêrguşk û gogerçîneka min hebû. …. Bavê min ez ji bo tu tiştekî nedame zorê. Ez ne neçar bûm ku bi wî re biçim bigerim. Lê ger min bixwasta ez dikaribûm biçim. Ez azad bûm ku biçim avjeniyê bikim. Ez azad bûm ku digel wî biçim mehkemê û wî li wir temaşe bikim. Ez azad bûm ku digel wî biçim şanoyê temaşe bikim. Ez azad bûm ku ji bo zanîngehê biçim Heidelbergê û dilê min çi bixwaze wê bixwînim. (Hilde Domin, Gesamte Autobiographische Schriften, Fast Ein Lebenslauf, rpl:13)
Herweha ji ber rêz û hurmeta bavê xwe, ew jî dide li ser şopa wî û destbi xwendina hiqûqê dike lêbelê bi wê ve namîne, paşê felsefe û zanistên polîtîk jî dixwîne. Dema ku li Berlînê, zanîngeha Freiedrich-Wilhelms (îro navê wê: Zanîngeha Humboldt e) axaftineke Hîtler ya baxçeyê giştî “Berliner Volkspark Hasenheide” dibîne û piştî vê yekê ew qane dibe ku Hîtler dikare bi rastî jî gotinên xwe bicih bîne. Heman salê, havîna 1931ê de vedigere Heidelbergê û li wê derê hevjînê xwe yî hetahetayê Erwin Walter Palm nas dike. Salek şûnve, di 1932an de cotê cîwan berê xwe didin Romayê da ku li wê derê bixwînin. Erwin Walter Palm tevli lêkolînên arkeolojîk dibe, Hilde Domin xêzkirin û qeydkirina karên Palm dike lêbelê her du jî debara xwe bi dayina dersên zimanê almanî dikin. Paşê mirov çawanî û bandora bûyerên wê demê ji nameyên Hilde Dominê fehm dike. (Hilde Domin, Die Liebe im Exil: Briefe an Erwin Walter Palm aus den Jahren 1931-1959 / Evînî li Sirgûniyê: Ji salên 1931-1959an Nameyên bo Erwin Walter Palm)
Her ku diçe faşîzm Ewropayê bêtir hildide nava destê xwe. Hevçerxên Hilde Domin û Erwin Walter Palm ên li Almanya û seranserê Ewropayê pirs û nîqaşên germ dikin: gelo dibe ku li Ewropayê cardin şer destpê bike? Hîtler dikare gotinên xwe bicih bîne? Gelo rewşeke wiha de berpirsiyarî û karê rewşenbîran çi ne? Bêguman ew bi xwe jî tevlî van nîqaş û gengeşeyan dibin lê dîsa jî wek du evîndarên li welatekî nû, rojeva wan bêtir bi bûyer û hewadîsên dewrûdorên çand û hunerê diyar dibin. Paşê piştî salên dirêj û zehmet, Hilde Domin nivîsên xwe de gelek caran behs dike ku wan wê çaxê ji ber Hîtler li welatê xwe derneketibûn, lê ji bo naskirin û fehmkirina çand û kultureke din bi dilxweşî terka welatê xwe dabûn. Lêbelê ev yek herweha bibû sedema trajedîyeyeke mezintir: wê nikaribû hîç nebe xatirê xwe ji zarokatiya xwe, ji mala xwe, ji welatê xwe bixwaze. Dema ew li Romayê bû, dê û bavê wê bi neçarî dev ji hemû jiyana xwe berdabûn û berê xwe dabûn sirgûniyê. Erê, di jiyanê de hezar cûre çetinî henin lê belê, dibe ku çetinîyeke dijwartirîn ew e ku meriv dê û bavê xwe wekî kal û pîreke bêçare, li ser rêyan, sirgûnê li ber deriyê xelqê bibîne. Û Domin dikare her êş û kedereke jiyanê bi şêwazeke hoste têbigihê û rave bike. Lewma behs dike, dema dê û bavê wê ji zilma Hîtler direvin, li Ingilistanê dibin penaber, ew û hevjînê wê Erwin W. Palm diçin serdana wan. Lê rojên tunnebûnê ne. Dê û bavê wê li ber çavên wê bêtir pîr û kal xuya dikin. Ew ji maleke dewlemend û giran derketine hatine niha li welatekî biyanî odeyek kirê kirine. Bavê wê li derva, li sûkê bi zanetî êdî bi almanî napeyive, hewl dide ku Ingiliziyeke baş bipeyive daku mirov fehm nekin ku ew penaber in. Domin helbesteke xwe de behsa vê yekê wiha dike:
Penaberî
Ji bo Bavê xwe
Devê di zikratê de
xîret dike
ji bo bilêvkirina
peyvekê daku bipeyive
bi zimanekî
biyanî.”
Meriv dikare bandora her bûyereke jiyana wê ji helbestên wê bibîne, ji ber ku helbest ji bo Hilde Dominê li hemberî çetinî, êş û keserên jiyanê lorîkên xemrevîn in. Çimkî penaberî çetin e û ji penaberiya meriv bixwe çetintir ew e ku dê û bavê meriv jî penaber bibe. Hemû ev bûyer dilê wê pir dişkenînin lê ew dîsa jî penaberbûna malbata xwe wiha rave dike: “Heya roja îroyîn hê jî ji bona min teselîyeke ku malbata min ber’eksî gelemperiya mirovên din, hê di sala 1932an de feqîriya sirgûnbûnê ji biçûkxistina li malê çêtir girtin. Ez jixwe hê berê çûbûm.” (Hilde Domin, Gesamte Autobiographische Schriften, Fast Ein Lebenslauf, r. 151)
Qasî ku ji axaftin û nivîsên Dominê te fehmkirin, ew her li ser cure û şêwazên çûn û vegerê fikirîye.
Mirov tê û diçe. Mirov tê dinyayê û li ser rûyê dinê dimeşe û paşê ji vê dinyayê diçe. Hatin derheqa çarenûsê de ye. Meriv nikare hilbijêre ku ji kîjan dayikê bê dinyayê û bibe parçeyê kîjan malbata nijadî, neteweyî, zimanî û dînî. Belê mirov nikarê vê yekê hilbijêre lê di heman demê de êdî hema bibêje hemû lêkolînên zanistî îsbat dikin ku zarokatî warkozê herî girîng e ku li ser kesayetîya mirov heta hetayê bandor dike. Yanê mirov dibe xwe, bêyî ku xwe bizanibe. Dibe ku ji ber heman sedemê zarokatî warekî dûr î tevlihev e, ku nivîskar heta roja mirinê hê jî nanê zarokatiya xwe dixwe, destên xwe li ber agirê zarokatiyê germ dike. Navbera hatinê (çêbûn) û çûyînê (mirin) de, ew cihê ku mirov gelek caran xwe davêjeber bextê zarokatiyê,jê re dibêjinjiyan. Madem ku ez dixwazim vê nivîsê derheqa jiyana Hilde Dominê de binivîsim û jiyana wê çûyîneke dirêj e ku ji hatinê destpê dike û heya mirinê didome, lewma jî derheqa jiyana wê de nivisîn berê me dide mijareke girîng: her çûyîn yek e? Kîjan cureyên çûyînê henin? Meriv ji ber çi û ji kû derê diçin? Helbet, gelek pirsên din ên pêwendîdar… Navê çend cure çûyinên sereke di zimanê kurdî/kurmancî wiha ne.
koçkirin: çûna di nava zozan û aranan de.
malbarkirin: zêdetir piştî salên 1980î-90î…ber bi îçerîyê.[1]
penaberî: çaxa modern, êdî bêcîûwarbûn fenomeneke giştî ye, lê zêdetir li qad şêrr diqewime.
Bêguman gelek pênaseyên din jî henin lê belê yên sereke bi awayekî kronolojîk ev in. Herweha wek tê zanîn ku her ziman li gor ezmûnên giştî yên mirovan şêwaza xwe digire. Li gor her hewcedariyeke din, piştî her ezmûneke din a giştî gotinek bêtir derdikeve pêş, gotineke din kevn dibe an jî tê jibîrkirin. Û carna, dema keseke wek Hannah Arendtê ra dibe ku derheqa ezmûna giştî ya cihûyên dewra xwe de difikire, ew hewl dide ku bi hemdê xwe rewşa xwe binav bike. Arendt sala 1943yan de bi nivîsarekê bi navê “Em Penaber” wê mijarê wiha problematîze dike:
Beriya her tiştî em jê hez nakin, dema mewek “penaber” binav dikin. Em xwe wek “yênnûhatî” an jî “koçber” pênase dikin. Rojnameyên me ji bo “amerîkanên bi almanî dipeyivin” tên çapkirin û qasî ku ez dizanim heya niha tu komeleyek nehatiye avakirin ku kesên ji zilma Hîtler revîne avakiribin û endamên wê jî xwe wek “penaber” pênase kiribin. Kesê penaber ew e ku ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî çalakiyek kiriye û ji bo heman sedemê neçar maye ku serî bi îlticayê bide. Belê, rast e ku em îro neçar mane ku serî bi îlticayê bidin lê me tu çalakiyek nekiriye û ji me gelek kesan heya niha nehaniye bîra xwe ku bibe xwediyê fikr û ramaneke radîkal. Bi me re maneya têgeha “penaber” guherî. Niha peyva “penaber” ji bo kesên wekî me tê gotin,ku ew ên bêbext bêyî sedem diçine welatekî nû û hewcedarî komîteyên penaberan dibin.” (Hannah Arendt, “Wir Flüchtlinge”)
Arendt bi vê penaseya penaberiyê hewl dide îşaret bike ku carna bêyî ku mirov bi awayekî zanetî çalakîyên siyasî bike, hebûna xwerû ya mirov xwe jî dibe sedem ku ew mirov ji welatê xwe bê qewirandin û xwe bavêje bextê dewleteke biyanî. Bo nimûne, penaberên kurd ên piştî salên 1980ê ji bakûrê Kurdistanê û bajarên tirkan çûne Ewropayê, ne bi tenê endam û serokên partiyên siyasî yên kurdan bûn. Her weha “kurdbûn” bi tena serê xwe dibû/dibe sedema ji welêt derketin û penaberbûnê.
Lê rewşa Hilde Domînê di destpêkê de cuda bû. Dema wê û hevserê wê wek xwendekar berê xwe dabûn Îtalyayê, hê jî cihûbûn bi tena serê xwe ne sedema penaberiyê bû. Li gor penaseyên jorîn meriv dikare bibêje ku Hilde Dominê di sala 1931an de “koç kir” û çû Îtalyayê, li Romayê niştecih bû lê belê paşê ji ber xurtbûna faşîzmê ji Romayê hate sirgûnkirin û li Komara Domînikê bû “penaber.” Penaber ew kes e , ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî neçar dimîne ku ku nava demeke kurt de dest ji mala xwe, ziman, zarokatî, bîrhatinên xwe berbide û berê xwe bide welatekî biyanî, te bibêjî mîna çawa ji nû ve bê dinyayê, wek zarokekê lê belê pir westî be, lê divê di xwe de wê hêz û şiyanê ji nû ve bibîne da ku ji destpêkê ve cardin jiyanê fêr bibe, zimên fêr bibe da ku mal, heval, aîdbûnên nû ji bo xwe peyda bike. Domin derheqa vê rewşê de wiha dibêjê:
Ez, H.D. ecêb cîwan im. Ez sala 1951an de nû hatime vê dinyayê. Bi çavgirî, her mirovek çawa bê vê dinyayê wekî wan. Her çi qasî zimanê min î zikmakî almanî be jî ez li Almanyayê nehatim dinê. Zimanê îspanî dihate axaftin û li baxçeyê malê darên palmîye hebûn. Heke hejmara wan tam û temam bibêjim yanzdeh darên palmîye hebûn. Hemû jî darên nêr bûn yanê tu meyve li ser tunne bûn. Dema ez nû hatim dinyayê, dê û bavê min êdî miribûn. Dîya min çend hefte beriya hatina min miribû.” (Hilde Domin, Gesamte Autobiographische Schriften, Fast Ein Lebenslauf, r. 21)
Domin wekî hevçerx û malbata xwe nava demeke kurt de xatirê xwe ji welatê xwe naxwaze û berê xwe nade koçberiyê, lê mîna çawa ku meriv li cihê xwe yî germ derkeve, bi baweriya vegerê biçe derve, lê her bizanibe li malê cihekî germ li bendê ye, her wisa berê xwe dide Romayê. Lê nikare vegere. Êdî cihekî vegerê namîne. Dê û bavê wê beriyê diçine Ingilîstanê û ji wir de berê xwe didine Amerîkayê, piştî demeke kurt li wir dimirin. Qey ji ber ku Domin têdigihê ku êdî tu malek tunne ku ew vegerê, lewma girava Domînîkê ji bona xwe wek dayik, dayikniştiman qebûl dike. Girava Domînîkê jî “destûra lêdanînê” dide wê û ew navê vê giravê pifî guhê xwe dike, yanê ew 42 salîya xwe de, paşnavê xwe yî “Löwenstein” diguherîne û dike Domin. Ji cihên xwe yî şikestî kûlîlk vedide û destbi jiyaneke teze dike.
Destûra Lêdanînê
Min nav li xwe kir
Min bi xwe navê xwe pifî guhê xwe kir
Ew navê giravekê ye.
Ew navê yekşemekê ye
giraveke xeyalî ye
Kolombî kifş kir ew
yekşemeke gaxandê.
Ew kendavek bû
Dereke ku meriv lê dayne
Gava meriv dikeve wê
Bilbil dixwînin li wir di gaxandê de.” (“Landen Dürfen”/Destûra Lêdanînê)
Domin helbestkariyê wek projeyeke wêjeyî an jî pîşeyekî nabîne. Ew jiyana xwe dijî, lê di vê navberê de pêwistiya wê bi lorandinê heye daku bikaribe li berxwe bide. Lewma jî helbest di temenekî pîr de, ji xweber tê û dikeve jiyana wê. Ew bi gotinên xwe vê rewşê wiha rave dike:
Di wan rojên ku ez dibûm Hilde Domin de ji nişke ve eşkere bû ku hemû ew salên ez li nav welatan çûm û hatim, hemû ew salên ji herêma zimanekî ber bi zimanekî din ve, ew salên ku ez mamosteya zimanê almanî bûm li Zanîngeha Santa Domîngoyê, amadekariyek bû ji bo helbestnivisînê. Helbesta min a yekem wiha diqede:
Tûmekî mezin î kulîlkan
geş î çilmisî
Ji dilê min dibişkive. Hilde Domin, Gesamte Autobiographische Schriften, Fast Ein Lebenslauf, r. 25)
Di berdevamiya heman nivîsê de Hilde Domin dibêje ku wê 150 an 200 helbestên pêşîn li ser hevdu, di navbera payiza 1951 û 1953yan de li Santo Domîngo, Girava Haîtî û paşê li Amerîkayê nivisîne. Paşê demeke dirêj nikaribûye tu tiştekî binivîse, lê em di rojnivîsk û nameyên wê de dibînin ku jiyana Hilde Domin û hevjînê wê her bi dost û hevalên rewşenbîr û hundermend, sifreyên xweş, sohbetên geş û hilberînêr derbas bûye. Bêguman vê yekê jî bi awayekî balkêş li ser kar û xebatên wan her duyan jî bandor kiriye. Her çi qasî ew ji welatê xwe, ji zimanê xwe hatibûn sirgûnkirin jî wan karibû ji bo kar û xebatên hunerî, wêjeyî ji bo xwe derdorekî ava bikin. Hilde Domin di berdevamiya hevokên jorîn de behs dike ku dema ew sala 1957an de cara duyem vedigere Almanyayê, hinek heval û dostên wê, jê dipirsin gelo çima ew helbestên xwe nade çapê, ev yek jî dibe sedem ku weşanxaneya navdar Fisher Verlag helbestên wê cara yekem çap bike. Lê her wiha ew dide zanîn ku beriya vegera Almanyayê, ew hinek helbestên xwe wek name ji bo Weşanxaneya Fisher û dostên xwe dişîne. Yanê hê beriya derçûna pirtûka wê ya yekem, haya Weşanxaneya Fisher û derdorên edebiyatê ji helbestên wê heye.
Bi wî awayî ew keçika ku 23 saliya xwe de ji malê derdikeve lê di dilê xwe de bawer dike ku ew ê demeke nêz de vegere malê, piştî 25 salan wek helbestkarekê vedigere û tê. Wê navberê de Partiya Naziyan û hevkarên wan bi milyonan mirov kuştine, koçber kirine, xanî û warên wan talan kirine û hewl dane ku şopa cihûyan ji bajar û çand, kulturê rakin. Lê dîsa jî, ji ber ku hema bibêje bajarvaniya almanan bi destê cihûyan ava bûye, ji edebîyat, muzîk, huner, felsefeyê cihûyan derbixî, ji bona almanan tiştek namîne, lewma jî piştî hilweşîna hikumdariya Hîtler, gelek malbatên cihû vedigerin warê xwe û dikarin cardin jiyana xwe ava bikin. Hilde Domin derbarê vegera xwe bi zimanekî pir baldar, nazik û sade dipeyive. Ji ber ku piştî wê bobelata hatiye serê cihûyan, gelek ji wan vegera Almanyayê wekî kiryareke ne-xweş pênase dikin û berê xwe didin Orşelîmê an jî li welatê penaberiyê dimînin. Lewma Domin naxwaze dilê tu kesî bişikêne an jî terciha wan rexne bike, lê ew wek cihûyeke sekûler, xwe wek parçeyekî zimanê almanî û sirûşta Almanyayê dibîne. Bêguman, ew tiştê ku hatiye serê wê û hev-nijadên wê, ne bûyereke wisa ye ku bê jibîrkirin an jî efûkirin, lê ew naxwaze ji ber heman sedemê warê kal-bavên xwe, zimanê xwe yî zanîn û wêjeyê, bîrhatinên xwe bihêle. Dema Domin behsa vê mijarê dike, peyvên wek “bawerî/glauben”, “pêbawerî/Vertrauen” gelek caran, li pey hevdu bikar tîne û hewl dide ku bibersivîne gelo bi rastî jî meriv dikare pêbawer bibe ku ew hev-welatî wê gelo heman zilm û zordariyê careke din nekin, piştgirî û raya xwe nedin dîktatoran û wekî gurên birçî cînarên xwe qet-qetî nekin?
….Dema gotin tê ser vê xalê, ez jixwe disekinim. Min çawa dikaribû di wan salên çetin yên sirgûniyê pêbaweriya xwe ya ji bo mirovan biparasta, min ê ew pêbawerî bi xwe re bihaniya wî welatê ku dehşetên nayên ser zimên qewimîn dema ku gelemperiya mirovan bi xemsarî xwe-kerrkirin û li aliyê me nenihêrin? Belê, ev pirsek e ku min heya niha xwe jî nikaribûye bibersivînim. Dibe ku şadiya vegerê, wê şadiya ku ez vedigerim welatê zimanê xwe, zarokatiya xwe, yanê warkozê xwe, çavên min korr kir. ….(Hilde Domin, Gesamte Autobiographische Schriften, Fast Ein Lebenslauf, r. 155)
Paşê tu dajoyî ji sûkê serberjêr
wekî çawa tu li ser kaşûnekî
ji spîndaran derbas dibî
di tava êvarê de.
Xezalek ji daristanê derdike
û dêreka biçûk li ser girekî
bi hewşeka xalî
gazî te dike.
Tu silava wan ro dikî dipîvî
mîna dawetekê
wê rojekî
— hê jî nediyar e, kengî—
dibe ku tu yê bixwazî
bibêjî ser seran.
Û bi vê yekê tu yê pê bihesî
tu li vê derê
hinekî bêtir
malê yî
anegorî ciyên din. (“Apfelbaum und Olive”/Dara sêvê û zeytûn)
Domin vê helbestê sala 1955an piştî vegera bo Almanyayê dinivîse. Ji hevokên wê xuya dibe ku bi zimanekî baldar, nazikane dikeve li pey wê pirsê, gelo wê çawa niha wek cihûyeke ji bobelatê filitî “silava dêrê/silava almanan” hilde û cardin bi wan re bijî? Domin di heman helbestê de bersiva vê pirsê wiha dide “-hê jî nediyar e, kengî-“ Texmîn dikim, ev pirs û bersiv, ev sekna xwebawer lê kûrponij wê ji bona xwînerên kurdî nenas û tevlihev be. Ji ber ku sekna me, kurdan bêtir bi şêwazeke lezgîn, kelecan û eletewşî ye. Hema bibêje piştî her bobelateke tê serê me, em zûtirkê piçek xwelî davêjin ser mirîyên xwe û cardin vedigerin ber deriyê dagirker daku parsekiya “aştiyê” bikin. Û piştî sed hezar kuştîyan, Kurdistana wêranbûyî, windakirina hêsta malê, windakirina zimên û hêsta aîdbûnê, em hê jî nikarin bi hev re bipeyivin “Gelo aşitî çi ye?” Ew aşitîya em ketine pey çi ye? Wê çi bîne ji me re? Em ê li gor kîjan şert û mercan cardin silava dagirkeran hildin? Em ê çawa cardin li nava çavê kujerên ziman û zarokatiya xwe binêrin? Gelo mafê kê heye ku li ser navê me bi dagirkeran re li hev bê? Gelo kîjan sinc û curet rê dide ku hindek kes (bi rastî hindek mêr) li ser navê neteweyekê sûcên dagirkeran efû bikin û kilameke qirêj ya “biratiya gelan” bibêjin?
An jî gelo kîjan cûre exlaq pêkan dike ku nivîskar, akademîsyen an jî hunermendekî kurd bes ji ber ku wî xwe êdî mala xwe li Tirkiyeyê ava kiriye, wisa îdia dike ku mala me tunne û hîç tunne bûye?
Mirov dikare bi sedan pirsên wiha cardin li ser rewşa xwe bifikire da ku bikaribe pêwendiyeke durist bi xwe, hev-nijadê xwe û heya bi dijminê xwe re jî dayne. Ji bona pêwendiyeke dûrist jî divê meriv serê pêşîn navê tiştan rast deyne û rewşa heyî bikaribe fehm bike. Gelo ew tişta ku Hilde Domîn bi vê helbesta jêrîn îşaret dike, ne hinekî jî rewşa me ya heyî ye?
Rêûrêzikên edebê yên şamilî her derê
Ew tif dikin li rûyê te,
ewrekî nîgeranî dipêçin li çawirdora te,
û dibêjin baran dibare.
Rûyekî bi baranê şil,
bi civakê qebûl e.
Heya rûyekî bi girîyê şil jî.
Ew ên tûşî nepakîyê bûyî,
bi dilekî safîyane li bendê ne,
Qey dibe ku ew ê bên efûkirin.
Bêguman haya her cihûyekî,
li Împeratoriya Sêyem,
ji vê yekê hebû.
Belam ew ên bidarvekirî,
va li vir daliqîne,
ciyê acizîyê ye ku temaşe bikî.
Û dihatin kutan,
mirî,
ji ber ku dimirîn. (Drittes Reich: Împeratoriya Almanan ya di 1933yan de Adolf Hitler wek împeratoriyeke nasyonal sosyalîst avakir.)
Hilde Dominê heya dawiya jiyana xwe berdevam ev pirs ji xwe û hevkar, hev-nijadê xwe kirin û endîşeyên xwe anîn zimên. Wê di 27ê tîrmeha 1909an de çavên xwe li Kolnê vekir, bi qewla xwe wekî çivîkeke piçûk welat bi welat geriya, vegeriya malê û 22yê Sibata 2006an li Heidelbergê koça xwe ya dawî kir.
Yanzdeh salan piştî mirinê wê, ez bûm penaber û hatim Berlînê. Min helbestên wê hêdî hêdî, bi alîkariya ferhengê xwendin. Paşê ji bo bikaribim dengê wê bi kurmancî bibihîzim, min hemû helbestên wê wergerandin kurmancî. Niha heya roja îroyin jî her helbesteke Hilde Dominê mîna duayekê dixwînim ji ber ku
Meriv divê bikaribe biçe
û dîsa jî mîna darekê bisekine
wekî çawa ku reh û rîşên xwe berdabe erdê
wekî çawa warkoz bigere û em jî çik bisekinin li ser.” (“Ziehende Landschaft”/“Warkozê Gerok”)
21.01.2025, Berlîn
* Hemû wergerên ji almanî aidî min in. (Rojda Yaşîk)
[1] Aliyê Serhedê, ji bo kesên ji malê, ji welêt derdikevin û diçine bajarên tirkiyê ên wekî Stenbol, Îzmir û Enqerê tê gotin ku “ew çûye îçeriyê.” Yanê, fehma kolektîf ya civakê dizane ku dewleta tirkan, her çiqasî welatê kurdan dagir kiribe jî bajarên kurdan wek “hindur”, wek “parçeyekî bitûnê tirkiyê” qebûl nake. Mirov dikare bibêje ku bi pênaseya “îçerî” kurd, bi çavên dewleta dagirker “li cihê xwe” dinêre û xwe wek “dişari” yanê cihê xwe wek “derve” dibîne. Lê heman demê de, kurdê diçe “îçeriyê” ew kes e ku wekî karker di inşeatan de dixebite. Feqîr û belengaz e. Ber deriyê tirkan, ji bona nanê zikê xwe dixebite û ji ber vê yekê jî belkî hinekî “şermê” hest dike. Bo nimûne, ji bona kesekî wek karmend li Stenbolê dixebite nayê gotin ku ew çûye “îçeriyê” êdî mirov dikare bibêje ku “karmendbûn” wî kurdî dike parçeyekî “îçeriyê” yanê êdî hewce nake ku ev cûre rengdêrek bê li ber çûyina/koçkirina wî kesî. Her weha, ji bo kesekî ji Qersê diçe Amedê da ku bixebite (çi wek karmend, çi jî wek karker) mirov dibêje ku ew kes “çûyê Amedê” lê ev rêngdera “îçerî” nayê bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku di fehma kollektîf ya kurdan de pêwist nake ku rengdêreke wek “derva û hindur” navbera Amed û Qersê (du bajarên kurdan de) bê bikaranîn, ji ber ku ev her du bajar parçeyên heman bitûnê ne.
https://blog.kovarazarema.com/hilde-domin-helbestkareke-ku-mala-xwe-li-nav-akrobat-u-balindeyan-ava-dike/
