Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) di sala 2026an de du kursên online yên zimanê kurdî li ser asta A1 vedike: Kurmancî û Soranî. Her du kurs bi Zoomê û bi dersa zindî têne dayîn û 12 hefteyan didomin.
Kurdî / Kurmancî — A1
- Destpêk: 19ê Îlona 2026an, Şemî
- Roj / Saet: Her şemî, 20:00–21:00 (saeta Ewropayê)
- Dem: 12 hefte / 12 ders
- Şêwaz: Online (Zoom), dersa zindî
Kurdî / Soranî — A1

- Destpêk: 20ê Îlona 2026an, Yekşem
- Roj / Saet: Her yekşem, 20:00–21:00 (saeta Ewropayê)
- Dem: 12 hefte / 12 ders
- Şêwaz: Online (Zoom), dersa zindî; materyal li ser alfabeya soranî (tîpên erebî) ye
Şert û mercên beşdarbûnê
- Qeyda pêşîn: Beşdarî tenê ji bo kesên ku berê qeyda xwe kirine vekirî ye; kesên bê qeyd nayên wergirtin.
- Materyalên dersê: Piştî temamkirina qeydê, materyal û dokumentên perwerdehiyê ji aliyê Enstîtuyê ve tên dayîn.
- Bawername: Ji beşdarên ku kursê temam dikin re bawernameya beşdarbûnê tê dayîn.
- Kesên li Swîsreyê dijîn wê pirtûkên dersê ji me bê berdêl wergirin.
Qeydkirin
Ji kerema xwe forma beşdarbûnê an jî agahiyên bingehîn ên di formê de bi yek ji van rêyan bişînin:
- Malper: www.ikurde.org
- E-mail: [email protected]
- WhatsApp: +41 77 282 42 06

