Komîte

Necat Zanyar

Necat Zanyar

Damezrêner û Serokê IKL

Damezrêner û serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye. Sala 1982yan li bakurê Kurdistanê, gundê Zivingê, ji dayik bû. Perwerdehîya huqûq, sosyolojî û Kurdolojîyê wergirt. Salên dirêj avokatî kir. Heşt pirtûkên wî hatine weşandin.

Nazîle Afkhamî

Nazîle Afkhamî

Damezrêner û Cîgira Serokê IKL

Damezrêner û cîgira serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye. Sala 1982yan li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Serdeştê ji dayik bû. Perwerdehîya ziman dît û di navbera zimanên Frensî, Farisî, Kurdî û diyalektên van zimanan de wergêrîyê dike.

Şeyhmus Özdemir

Şeyhmus Özdemir

Damezrêner û Sekreterê IKL

Damezrêner û sekreterê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye. Sala 1963yan li bakurê Kurdistanê, navçeya Gergerê ji dayik bû. Li Swîsre Unîversîteya Neuchatelê perwerdehîya huqûqê dît. Weke huqûqnas kar dike.

Nara Saadi

Nara Saadi

Damezrêner û Endama Komîteya IKL

Damezrêner û endama komîteya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye. Sala 1996an li başûrê Kurdistanê, bajarê Duhokê, ji dayik bû. Li Unîversîteya Lozanê perwerdehîya xwe temam kir û di beşa zanistên siyasî de masterê dike.

Aziz Abdulkarim

Aziz Abdulkarim

Damezrêner û Endamê Komîteya IKL

Damezrêner û endamê komîteya rêvebir ya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye. Sala 1980yî li rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê, ji dayik bû. Li Humus û Şamê perwerdehîya bijîjkiyê wergirt. Li Swîsre wek bijîjk kar dike.