Nûçeyên IKL

Kongreya Yekem ya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî

1 dîtin
Kongreya Yekem ya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî

Bi tevlîbûna 121 endaman û mêvanên cuda, Kongreya Yekem ya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî (I.K.L.F) di 27ê Hezîrana 2026an de li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê pêk hat. Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) Necat Zanyar beşdarî kongreyê bû.

Di kongreyê de serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar li ser navê enstîtuyê bawernameya endamtiyê wergirt. Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) Şifa Barzanî bawernameyên endaman teqdîm kirin.

Kongreyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Di dengdanê de ji her aliyê Kurdistanê du kes hatin hilbijartin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar dengên herî zêde (76) wergirt û tevlî rêveberiya federasyonê bû. Kongre bi serkeftin bi dawî hat.

Necat Zanyar li ser kursiya axaftinê Teqdîmkirina bawernameya endamtiyê Hilbijartina rêveberiya nû Endamên kongreyê li ser dikê Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî

Daxuyaniya Dawî ya Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî li Almanyayê

Dildarên zimanê kurdî, mamoste, zimanzan û dilsozên ziman û çanda resen a kurdî li seranserê cîhanê.

Bi beşdariya 121 endamên pispor ên zimanê kurdî û nûnerên zanîngehan, navendên akademîk û dibistanên kurdî yên li derveyî welat (diyaspora), kongreya yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî (I.K.L.F) li bajarê Düsseldorfê yê welatê Almanyayê bi serkeftineke dîrokî bi dawî bû.

Di niha de zimanê kurdî li ber veguhertineke mezin de ye; derbasbûna ji qonaxa parastina klasîk ber bi qonaxa gerdûnîbûn, standardkirin û hevmilbûna bi teknolojiya modern û hişê destkir (AI) re. Lidarxistina vê kongreyê li navenda Ewropayê, peyameke zelal a neteweyî û şaristanî bû ku zimanê kurdî navend û sîwana komkirina tevahiya şiyanên belavbûyî yên kurdan e li seranserê cîhanê.

Kongre gihîşt çendîn biryarên stratejîk ku yên herî girîng ev in:

1- Rêziknameya navxwe ya federasyonê hat guhartin û bi şêwazekî nûjen û saziyî hat pesendkirin, ku dê rê li ber berfirehkirina çalakiyên zanistî li ser asta navdewletî û komkirina tevahiya dildarên zimanê kurdî li dora saziyeke akademîk a nîştimanî vebike.

2- Kongreyê logoya federasyonê pesend kir ku neynika resenahiya ziman, çand û sembolên me yên neteweyî ye û wekî nasnameyeke gerdûnî ya I.K.L.F tê naskirin.

3- Di proseyeke demokratîk û zelal de, endamên kongreyê dengdaneke azad ji bo hilbijartina endamên desteya kargêrî û îdarî û xebatkarên nû ya federasyonê encam dan. Xebatkarên nû ji (neh) mamosteyên pispor ên zimanê kurdî pêk tê; bi vî rengî ku ji bo her beşeke Kurdistanê du endam û ji bo Qafqasyayê endamek hatin hilbijartin, ku dê erkê cîbicîkirina stratejiya pêşerojê ya federasyonê bigirin ser milê xwe.

Kurdistaniyên ezîz!

Serkeftina kongreya Düsseldorfê, serkeftina vîna neteweyekê ye ku bi rêya zimanê xwe peyama aştî, zanist û wekheviyê digihîne cîhanê. Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî soza xwe nû dike ku wekî keleheke dilsoz ji bo parastina hemû zaravayên zimanê kurdî û piştgirîkirina perwerdehiya zimanê dayikê li derveyî welat (diyaspora) berdewam be.

Zimanê kurdî yê ku bi hezaran sal in di sîngê çiyan de û di navbera rêzên helbestên helbestvanên me de nehatiye vemirandin, îro pêdiviya wî bi avakirina saziyeke mezin a akademîk a gerdûnî hebû ku wê biparêze. Di vê kongreyê de ew saziya mezin a akademîk a nîştimanî ava bû; ev federasyon malek e ji bo hemû wan dengên ku dixwazin zimanê dayikê zindî bihêlin.

Ev saziya neteweyî ji bo sê salên bê dê li ser van armancan kar bike:

1- Nasname û Kurdayetî: Bihêzkirina hesta kurdayetî û hezkirina nîştiman di dilê nifşên diyasporayê de bi rêya pirtûk û bernameya perwerdehiyê ya yekgirtî ya xwendinê; nasandina wan bi dîrok û çanda neteweyî ji bo afirandina serbilindiya bi kurdbûnê.

2- Berfirehkirina xulên fêrkariya serhêl (online): Pêşxistina xulên fêrkirina zimanê kurdî yên serhêl bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê; bilindkirina hejmara fêrxwazan ji (3,000) kesan bo (10,000) û zêdetir di sala bê de; gihandina pirtûk û bernameya xwendinê bi zaravayên soranî û kurmancî ji dibistanên diyasporayê re li ser erk û lêçûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

3- Berfirehkirina sîwana nîştimanî û standardkirina xwendin û perwerdehiyê: Vekirina (50) dibistanên din ên zimanê kurdî li derveyî welat (diyaspora) bi bernameyeke xwendinê ya yekgirtî; handana hemû mamoste, zimanzan, akademîsyen û dilsozên zimanê kurdî li seranserê cîhanê bo endambûna di federasyonê de; dayîna bawernameyên (sertîfîka) standard û pesendkirî ji fêrxwazên zimanê kurdî re.

4- Dîplomasiya zimanî û lobî: Hewldan ji bo danîn û naskirina (Roja Zimanê Kurdî) di nav rêxistina UNESCO û rêxistinên navdewletî de; avakirina (Komîteya Parastina Zimanê Kurdî) li hemû welatên dinyayê ji bo parastina mafên zimên.

5- Lêkolîn û Arşîv: Dîjîtalkirina tekstên zimanî, edebî û dîrokî bi sûdwergirtin ji hişê destkir (AI); avakirin û dabeşkirina (Xelata Salane ya Zimanê Kurdî) ji bo handana lêkolîneran.

6- Sindoqa Nîştimanî ya Ziman: Avakirina sindoqeke darayî ji bo piştgirîkirina projeyên zimanê kurdî û federasyonê.

7- Pêgihandin û saziyîkirina mamosteyan: Karkirin bi Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo naskirina fermî ya mamosteyên zimanê kurdî li diyaspora; destpêkirina bernameyên rahênana taybet (pedagojî) ji bo pêgihandina mamosteyên zimanê kurdî li gorî standardên navdewletî.

Rêzdaran, Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî milkê her takekesekî kurd e ku xwedî li zimanê xwe derdikeve. Em daxwaz ji we dikin, wekî endam, mamoste, zimanzan û dibistan; werin em bi hev re vê sîwana niştimanî mezin bikin. Bila em êdî bi tenê kar nekin, bi yek deng û bi yek planê, em zimanê kurdî bikin zimanê zanist û paşeroja nifşên xwe. Federasyona we li benda we hemûyan e.

Di dawiyê de, Komîteya Amadekar a Kongreyê spasiyên xwe yên herî bilind pêşkêşî birêz Şifa Barzanî (Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî) û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên fermî yên welatê Almanyayê, partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, înstîtuyên zimanî û tevahiya medya û kanalên asmanî dike.

Komîteya Amadekar a Kongreyê
Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî (I.K.L.F)
Düsseldorf, Almanya — 27/06/2026