Daxuyanî

Daxuyanî li Ser Konferansa Parîsê û Siberoja Kurdan

5 dîtin
Daxuyanî li Ser Konferansa Parîsê û Siberoja Kurdan

11.08.2025 - Lozan

Ji Tîrmeha 2025an ta niha, hevdîtinên Parîsê yên bi pêşîvanîya Frensa û Emerîkayê tên birêvebirin, di prosesa şekildana siberoja Sûriyeyê de, bi taybetî statûya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberîya Otonom a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dor in.

Hevdîtinên li Parîsê yên Tebaxê ku di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û nûnerên HSDyê de dihat plankirin, bi mudaxeleya Tirkiyeyê, ji alîyê hikûmeta Şamê ve hatin redkirin.

Li herêma di raya giştî de wek Rojava tê zanîn, serweriya Kurdan ya heyî, dîyarbûna hebûna dîrokî, erdnîgarî û huqûqî ya neteweya Kurd e.

Weke Peymana Lozanê ya 1923yan, bi tunebûna temsîlîyetê, mexdûrkirina Kurdan ya muzakereyên navneteweyî, wê bêedaletîyên dîrokî dijwartir bike.

Li hember zext û zordestîyên hemû aktorên têkildar, di serî de Tirkiye, pêwîst e mafê serwerîya rewa ya neteweya Kurd bê naskirin û jîyandin.

Wek Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, ya mafê serwerîya Kurdan esas digire, em didin destnîşankirin, careke din divê destûr neyê dayîn Kurd li derveyî dîrokê bimînin.

Di vê kontekstê de, em hemû alîyên têkildar vedixwînin ku berpirsîyariyê wergirin ji bo temînkirina mafê statûya sîyasî ya neteweya Kurd.

ENSTÎTUYA KURDÎ YA LOZANÊ