Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, bi sedem nehemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li Swîsre bajarê Lozanê bi mijara serxwebûnê konferansek li dar xist.
Konferans, di 27.09.2026an de, li salona konferansê ya Mövenpick Hotelê, bi navê “Lêgerîna Kurdan ya Serxwebûnê û Aştiya Herêmî” pêk hat.

Nivîskar û berpirsê wezaretê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Salar Osman, serokê Enstîtuya Kurdî Necat Zanyar û cîgira serokê enstîtuyê Nazile Afkhamî di konferansê de axivîn.

Konferansa serxwebûnê bi sirûda neteweyî û rêzgirtina cangorîyên Kurdistanê dest pê kir. Sekreterê enstîtuyê huqûqnas Şehmus Özdemir axavtina xêrhatinê kir û bal kişand ser mîsyona Enstîtuya Kurdî ya Lozanê.

Axavtvanê yekem Dr. Salar Osman axavtina xwe bi du beşan pêk anî. Di beşa yekê de bal kişand ser bandora referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li rabirdû, niha û dahatuyê. Dr Salar destnîşan kir ku pêwîst e referandûm bi asoyekî fireh bê nirxandin û tenê bi alîyê siyasî sînordar nemîne. Di beşa duyem de Dr Salar pirsên beşdaran yên li ser referandûmê bersivandin.

Nazile Afkhamî di axavtina xwe de rewşa Rojhilatê Kurdistanê nirxand, bal kişand ser tevgera jinan û piştgiriya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê. Afkhamî destnîşan ku Kurdên rojhilatê Kurdistanê çawa bi hesta yek netewe û yek welatî daketin kolanan û piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê destnîşan kirin.
Necat Zanyar axavtinek li ser doza kurdistanê di huqûqa navneteweyî de pêşkêş kir. Zanyar, bal kişand ser binesaziya dewleta modern û huqûqa neteweyên yekbûyî. Di vê çarçoveyê de mafê self determînasyonê û mafên gelên otokton hat nirxandin. Zanyar, dest nîşan kir ku serok Barzanî navê xwe bi serxwebûnê li dîroka Kurdistanê nivîsî û hebûna miletan bi fikra serxwebûnê berdewam e.

Konferans bi axavtina Nvar Maley, Aso Pîrotî, Gul Sairan û Abdi Çadir berdewam kir. Piştre beşdaran li ser referandûmê û mijara serxwebûnê fikrên xwe parvekirin.

Di konferansê de du sînevîzyon hatin nîşandan.

Digel Kurdan, kesayetên Swîsreyî jî konferans şopandin.


