Daxuyanî

Em bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re Ne!

4 dîtin
Em bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re Ne!

Pergala heyî ya li herêmê û Rojhilata Navîn nameşe. Ev pergal tim bi xwe re zilm û zordestîyê tîne. Lewma gorankarîyeke ji binî ve, xwe ferz dike.

Neteweya Kurd ya bi milyonan, di navenda vê gorankarîyê de ye. Rojeva sereke ya çar dewletên herêmê Kurd in. Ev rewşeke sirûştî ye.

Li alîyekî Îsraîl û Emerîka veguherînên herêmî pêk tînin, li aliyekî Tirkiye proseseke nû li ser Kurdan bi rê ve dibe, li alîyê din ji bo sîyaseta li hember Kurdan ne erêkirina veguherînê hewldan tê meşandin.

Di rojên dawî de dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên wek Îlam, Kirmaşan û Loristanê li hemberî Kurdan komkujî pêk anîn. Li alîyê din li Sûriyeyê li hemberî Kurdan zext zêde dibin.

Em wek Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, ku mafê self determînasyon û serwerîyê ji bo Kurdan esas digire, bangewazîyê li cîhanê dikin ku, li hember tehdîdên li ser Kurdan helwest bê girtin.

Kurd ji kesî zêdetir naxwazin, kêmtir jî qebûl nakin. Heta di her warî de wekhevî pêk neyê, aramî û dadmendî li herêmê ne pêkan e.

Em bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re ne!

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê — Lozan, 07.01.2026