Nuce

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Hat Damezrandin

71 dîtin
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Hat Damezrandin

4ê Gulana 2025an, li Swîsre bajarê Lozanê, li salona Hotel de l'Ourse bi resepsiyonekê damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat ragihandin.

Gelek vexwendî, nivîskar û akademîsyenên Kurd, nûnerên diyasporayê, nûnerên saziyên û rayedarên kantona Lozanê beşdarî resepsiyona enstîtuyê bûn.

Di resepsiyonê de sînevîzyonekê bi dengê hozanê Kurd yê navdar Şivan Perwer hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê komîteya rêveber ya enstîtuyê ku ji pênc kesan pêk tê hat teqdîmkirin.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar deklarasyona damezrandinê bi Kurdî pêşkêş kir. Cîgira serokê enstîtuyê Nazile Afkhami heman deklarasyon bi Frensî xwend.

Piştî deklarasyonê, hevjîna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza, Madame Gilberte Favre, axavtinek kir û avakirina enstîtuyê pîroz kir.

Resepsiyona damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê bi guhdarîkirina muzîkê û xwarina aperoyê bi dawî hat.