Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), di salvegera pakrewaniya wî de, rêberê ronakbîr Dr. Abdul Rahman Qasimlo (13.07.1989) bi konferansekê bi bîr anî.
Konferans, li Swîsre bajarê Lozanê, bi hevkarîya IKL, Women Of Kurdistan û Komeleya Ashtî pêk hat.
Di bernameyê de hevalên Dr Qasimlo behsa wî kirin, helbest hatin xwendin, sitran hatin gotin û sînevîzyonek hat nîşandan.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, di 37. salvegera pakrewanîya wî de, serok û ronakbîrê karîzmatîk Abdul Rahman Qasimlo, roja 11.07.2026, li Lozanê bi bîr anî.
Bername, ji alîyê Sirwe Ibrahîmî ve hat pêşkêşkirin. Di bîranînê de hevalên Dr Qasimlo yên weke Ahmad Sherbegi û Kajal Hajiabbasi behsa wî kirin, sînevîzyon û pêşangeha wêneyan hat nîşandan. Necat Zanyar li ser îmaja Dr Qasimlo ya li bakurê Kurdistanê axavtinek kir. Parwiz Abdoli, Hero Salari û Adnan Qadry helbest xwendin. Diljîn Beyar sitranên Kurdî pêşkêş kirin. Bernameyê bi axavtina Mehmet Mufid Bayram û Aso Pîrotî berdewam kir. Di dawîyê de beşdaran li deftera bîranînê hestên xwe nivîsîn.

Rêber û ronakbîr Abdul Rahman Qasimlo li Urmiyê, di malbateke xuyanî û neteweperwer de, ji dayik bû.
Li Parîs û Pragê perwerdehî dît. Li Sorbonê ders da. Bi 8 zimanan dizanî. Serokatiya tevgera Kurdî kir.
13ê Tîrmeha 1989an li Vîyanayê şehîd ket. Ruhê wî şad be.

