Halê Me Yê Hazir

1 vistas

Em Kurd di nav Osmaniyan da sadiqtir ji hemî milletan derketin. Me malê xwe û canê xwe, hemî tiştê xwe di riya wî milletî da. Me rojekê îxtîlalek, bêîtaetiyek nekir. Daîma, ewan çi emir kir, me emrê wan bi cî înand. Hetta, vê herbê da em Kurd ji ber herbê, ji ber hicrete, ji ber sefalete ji hemiyan …

Em Kurd di nav Osmaniyan da sadiqtir ji hemî milletan derketin. Me malê xwe û canê xwe, hemî tiştê xwe di riya wî milletî da. Me rojekê îxtîlalek, bêîtaetiyek nekir. Daîma, ewan çi emir kir, me emrê wan bi cî înand. Hetta, vê herbê da em Kurd ji ber herbê, ji ber hicrete, ji ber sefalete ji hemiyan perîşantir bûn. Lawêd me di eskeriyê da şehîd bûn, malêd me yexma bûn. Welhasil, ji hemî milletan xwedanzerartir derketin.

Malûmê we ye, hûn her roj xezetan dixwînin, taliê herbê em mexlûb derxistin. Em li ser da’wa Reîsêcumhûrê Amerîqayê Wîlson me da’wa sulha kir, yanî mutareke girêda, ji ber me Bulxar mutareke kiribû— paşê Awistirya û Alman jî mutareke kir. Demek dinya ji hemama xwînê derket, hemî kes nifret ji yekdûkuştinê kir, her kes ji terefê xwe esbabê seadeta însanî fikir kirin. Ji wan hemiyan fikra Wîlson durusttir e. Lewra ew dibêjit “her millet divêt bi sere xwe şok xwe çêket, kes xwe tekilê sola yê dî neket”. Yanî millet muqedderata xwe bi destê xwe hell ket, çi milletê di xwe da dibînit bila bite hukumetek. Li ser vê fikre, em wê dibînin Ereb, Cihû, File, Gurcî…her yekê ji bo xwe hukumetek çêkirin, nuha sola xwe bi deste xwe çêdikin.

Belê em Kurd, heta nuha me his nekir ji ber deste hukumeta Tirkan derkevin, yanî ji menzûma Osmaniyan derkevin.

Nuha em temaşe dikin, Wîlson dibêjit “cihê Tirk nebî nadine Osmaniyan”. Hal ew e ku cihê me dibêjinê “Kurdistan”; xeyrê du-sê me’mûran, ew jî ji ber me’mûriyetê hatine cî bûne, bil wana çu Tirk nînin.

Wekî Tirk çunînin, ma Ermenî, mixeyn? Hindî Ermenî ne, mîqdarê sedan pêncê me nînin. Mixeyn jî sedan du bi zor teşkîl diket. Paş hingê, ji xeyrê Kurdan çu millete dî çunînin. Wekî we ye, Kurdistan heqê Kurdan e, ji xeyrê Kurdan heqê kesê tê nîne.

Sed heyf, me heta nuha xwe nedaye zanîn. Awrupa me nas nakin û me weha mezin nizanin û Kurdistanê tekile Ermeniyan dizanin. Hetta, hindek xwedanxerez me ji Ermaniyan dizanit.

Wekî me xwe daba zanîn lazimê sa’y û xîreta gelek nebû, bi hîmmeta hindik me dê heqê xwe daba zanîn (em ji sededa xwe derketin, qusûrê nefikirin).

Belê, heqê Kurdan e Kurdistan. Ji xeyrê Kurdan çu kes xwedanheq nîne di Kurdistanê da.

Fikra Wîlson jî heqek daye me ku em di Kurdistanê bibine xwedan. Eger em nebine xwedan, qet şubhe nekin, Ermenî bit sedan dehêt me, dê bine xwedanê Kurdistanê û welatê me dê ji bo xwe bistînin.

Wekî we ye, çi mezin çi biçûk, hemî millet bi wezîfa xwe bizanit û dest şolê biket. Wextê westanê nîne, wextê xebatê ye. Xwedê muîn bit.

17 Kanuna Berî 334(1918)

Ji Mala Hekariyan

Ebdurrehîm Rehmî