Declaración del Seminario
El Derecho a la Autodeterminación y el Futuro de los Kurdos
· Lausanne
Çarçoveya Komxebatê
Bi sedema salvegera Peymana Lozanê, 26ê Temûza 2025an, li bajarê Lozanê bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatek hat lidarxistin. Bi amadekarîya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), zana, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Kurd beşdarî komxebatê bûn û rewşa Kurdan ji gelek alîyan ve nirxandin.
Mafê Çarenûsê gerdûnî ye
Piştî du şerên cîhanê ku bi milyonan kes hatin kuştin, sala 1945an, Peymana Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Di destpêka vê peymanê de hat pesendkirin ku pêwîstî bi wekhevîya neteweyên mezin û yên biçûk heye. Di maddeya yekem de wekhevîya neteweyan û mafê çarenûsa gelan, wek yek ji amanc û prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) hat destnîşankirin.
Sala 1966an, di Peymana Navneteweyî ya Mafên Ekonomîk, Sosyal û Kulturî, maddeya yekem de hat pesendkirin: “Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe dîyar bikin.”
Bi vî awayî mafê Self-Determînasyonê (Mafê Çarenûsê) bûye mafekî fermanî (jus cogens) ku pêwîst e hemû netewe û dewlet qebûl bikin.
Daxwazên rewa yên neteweya Kurd
Ji sala 1694an heya roja me, herî kêm 300 sal in ku zana û pêşewayên Kurd, bi eşkereyî mafê serwerî û desthilatdarîya neteweya Kurd diparêzin. Sedsala dawî baş dîyar kir ku Kurd dixwazin nasname, ziman, çand û hebûna xwe ya civakî û siyasî, bi serwerîya neteweyî li ser xaka Kurdistanê, biparêzin.
Pêkvejiyan li Rojhilata Navîn
Mafê çarenûsê yê Kurdan ne li dijî pêkvejiyan û aşîtîya herêmê ye. Pêkvejiyaneke aştîyane tenê bi nasandina huqûqî û siyasî ya hemû cudahîyan pêkan e. Lê berya her kesî pêwîstîya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û pêkvejiyanê heye. Lewma komxebata me “yekbûna Kurdan, aşîtîya cîranan” weke prensîbekê dipejirine.
Pêşniyar û Encam
Xurtkirina xebatên yekîtîya neteweyî: Pêwîst e di nav aktorên siyasî yên Kurd de mekanîzmayên dîyalogê bên avakirin, rewşa parçeyî bê derbaskirin û konsepteke hevbeş bê diyarkirin.
Têkoşîna huqûqî û siyasî: Ji bo mafên neteweyî yên neteweya Kurd, pêwîst e di qada herêmî û navneteweyî de têkoşîneke xurt bê meşandin.
Mafê serwerî, ziman, çand û perwerdehîyê: Pêwîst e tevgerên Kurd mafê serwerî, ziman, çand û perwerdehîyê ji hev cuda nekin.
Înîsîyatîfên dîplomatîk: Pêwîst e doza neteweyî ya Kurdistanê bi awayekî zelal ji cîhanê re bê gotin û têkilîyên dîplomasîyê bên pêşxistin.
Nêrîn û pêşniyarên di vê komxebatê de hatin nîqaşkirin, ji bo siberojeke azad, wekhev û dadmend in.
