Bangewazîya Sazûmanîyê

8 vistas

Ger qabiliyetên me yên takekesî, nebin berhemên kolektîv û dezgehî, dê zehmet be bidestxistina encamên civakê diguherînin.

BANGEWAZIYA SAZÛMANÎYÊ

Ger qabiliyetên me yên takekesî, nebin berhemên kolektîv û dezgehî, dê zehmet be bidestxistina encamên civakê diguherînin. Bi taybet di serdemeke ku xirabî rêxistinkirî ye, em dikarin bêjin ne pêkan e.

Her yek ji me dibe fenomen, youtuber, raveker, ronakbîr, nivîskar û hwd. Lêbelê, ger em nebin beşek ji xebatên hevbeş, em heta radeyekê bi bandor in.

Herkes dixwaze serî bikêşe, li ser dîreksîyonê be. Astengiya li ber xebata hevbeş û serkeftinên giştî, bi rastî ev e. Û ev krîza me ya kronîk e.

Kariyerîzm û berjewendîtiya profesyonel, me ji armancên hevbeş, berpirsiyariya sazûmanî û prensîbên exlaqî dûr dixe û dişîne deviyeke ku statûya takekesî, berjewendiyên madî û xuyayîtiya şexsî wek esas digire. Her çend ev rewş dibe ku li ser demê kurt qezenc bide, lê li ser demê dirêj, dibe sedema têkçûn, biyanîbûn û pirsgirêkên exlaqî.

Di serdema xirabiya rêxistinkirî de, hişmendiya berjewendiya hevbeş û serokatîya etîk, çareya bi tenê ye. Tenê bi vî awayî em dikarin armancên xwe yên kariyerê, yên şexsî, li gel pêşveçûna civakî û dezgehî hevaheng bikin, û serkeftinên xwe yên takekesî, veguherînin beşek ji rizgarîya hevbeş.

Ger tevgerîna bi hişmendiya "em"ê, neyê hilbijartin li ser lêgerîna pêşveçûna “ez”ê, wê demê bilindbûna "ez"ê jî ne pêkan e.

Kariyerîzma ku di asta takekesî û koman de pêk tê, dikare wekî du astengên herî krîtîk li ber pêşveçûna hevbeş were dîtin. Kariyerîzma takekesî, mirovî ji armancên hevbeş diqetîne, dibe sedema ku ew tenê li ser hilkişîna xwe bisekine. Kariyerîzma komên biçûk jî, berjewendiyên koma teng, dijminahiya civak an dezgehek firehtir dibîne, bi vî awayî enerjîya hevbeş parçe dike. Ev her du dînamîk, avakirina aqilê hevbeş asteng dikin, potansiyela hevkariyê lawaz dikin û baweriya sazûmanî têk dibin.

Di encamê de pêşbazî, cihê parvekirina zanîn û kedê digire; pevçûna navxweyî cihê hevkarîyê digire û bêdengmayîn cihê pêşveçûnê digire.

Ji ber vê yekê, ji bo pêşveçûna hevbeş, pêwîst e hem nêzîkatiyên berjewendiya takekesî hem jî torên berjewendiyên girtî yên komên biçûk, werin serdest kirin, û li cihê wan hişmendiyeke hevbeş a berfireh, etîk û parveker were avakirin.

Ger we daxwaz û îdeal hene, pêşî, li cihê hûn lê ne, beşdarî xebatên pratîkî bibin. Piştgirî bidin Kurdan ku sazîyên xurt ava bikin. Bila beşdariya we di xebatên pratîkî de, bi rastî be, ne tenê xuyanî. Neteweyeke dibe sazûmanî, mayînde dibe.

Em behsa rêxistinên demode nakin ku îradeyê betal dikin. Şîara me ev e: JI TAKEKESÊ SERBIXWE, BER BI NETEWEYA SERBIXWE; JI SAZÛMANÎYÊ, BER BI DOMDARÎYÊ!

Kurumsallaşmaya davet

Bireysel kabiliyetlerimiz, kolektif ve kurumsal üretimlere evrilmediği sürece toplumu dönüştüren sonuçlar almak zor. Özellikle kötülüğün örgütlü olduğu bir dönemde, imkansız denebilir.

Her birimiz birer fenomen, youtuber, analîst, aydın, yazar vs olabiliriz. Ancak kolektif çalışmaların birer parçası olmadığımız sürece, bir yere kadarız.

Herkes başı çekmek, direksiyonda olmak istiyor. Kolektif çalışma ve kitlesel başarıların önündeki engel tam olarak bu. Ve bu bizim kronik sorunumuz.

Kariyerizm ve profesyonel çıkarcılık bizi ortak amaçlardan, kurumsal sorumluluktan ve etik ilkelerden uzaklaştırıp bireysel statüsünü, maddi çıkarlarını ve kişisel görünürlüğünü esas alan bir sapmaya götürüyor. Bu durum kısa vadeli kazançlar sağlasa da uzun vadede tükenmişlik, yabancılaşma ve etik sorunlara yol açıyor.

Örgütlü kötülük çağında, ortak yarar bilinci ve etik liderlik tek çözümdür. Ancak bu şekilde kendi kariyer hedeflerimizi toplumsal ve kurumsal gelişimle uyumlu hale getirebilir, kişisel başarılarımızı kolektif kurtuluşun bir parçasına dönüştürebiliriz.

Biz bilinciyle hareket etmek, ben odaklı bir yükseliş arayışına tercih edilmezse, benin yükselişi de mümkün olamayacaktır.

Kariyerizmin bireysel ve küçük grup düzeyinde yaşanması, kolektif gelişimin önündeki en kritik iki handikap olarak görülebilir. Bireysel kariyerizm, kişiyi ortak amaçlardan kopararak yalnızca kendi yükselişine odaklanmasına yol açar; küçük grup kariyerizmi ise daha geniş topluluk ya da kurum yerine dar kliklerin çıkarlarını önceleyerek kolektif enerjiyi parçalar. Bu iki dinamik, ortak aklın oluşmasını engeller, işbirliği potansiyelini zayıflatır ve kurumsal güveni aşındırır.

Sonuçta, bilgi ve emek paylaşımının yerine rekabet, dayanışmanın yerine iç çekişme, ilerlemenin yerine durağanlık hâkim olur.

Dolayısıyla kolektif gelişim için hem bireysel düzeyde çıkar merkezli yaklaşımların hem de küçük grupların kapalı çıkar ağlarının aşılması, yerine kapsayıcı, etik ve paylaşımcı bir kolektif bilinç inşa edilmesi zorunludur.

İddia ve ideal sahibiyseniz, öncelikle bulunduğunuz yerde pratik çalışmaların içinde yer alın. Kürtlerin güçlü kurumlar oluşturmasını destekleyin. Pratik çalışmaların bir parçası olmanız görüntüde değil, gerçekte olsun. Kurumsallaşan bir ulus, kalıcılaşır.

İradesini devreden demode gruplaşmalardan bahsetmiyoruz. Mottomuz şudur: bağımsız bireyden, bağımsız ulusa, kurumsallaşmadan kalıcılaşmaya!