Piçikokek Îbret

1 بینین

Ey gelû hevalan! Dinya bi çavlêkirî ava bûye. Mirov çav hevalê xwe diket; ew çawa dixebitit, mirov jî divêt wisa, belku gelektir xebitit. Malûmê we ye, di Kurdistanê da du millet hene. Yek millete me, yek jî milletê Filan. Em we dibînin û di xezetan dixwînin, xebata wan bi şev û roj, mirov lê heyran…

Ey gelû hevalan!

Dinya bi çavlêkirî ava bûye. Mirov çav hevalê xwe diket; ew çawa dixebitit, mirov jî divêt wisa, belku gelektir xebitit.

Malûmê we ye, di Kurdistanê da du millet hene. Yek millete me, yek jî milletê Filan. Em we dibînin û di xezetan dixwînin, xebata wan bi şev û roj, mirov lê heyran dimîne. Her rojê xezetekê, her rojê mecmûekê, her rojê kitêbekê derêtxin.

Xwedanqelemê wan bi qelemêd xwe, xwedanîlmê wan bi îlmê xwe, xwedantifingê wan bi zora destan û eşqiyatiyê, xwedansiyasetê wan bi ezmanê xwe, dewletmendê wan bi dewleta xwe, xwedanbanqe bi parêd xwe.

Welhasil, çiyê wan heyî ji bo milletê wan e. Yanî millet bi hemî tiştê wan faîdê dibînit.

Ew wekî me mêrêd xwe di riya bêfaîde nadine kuştin; parêd xwe badîhewa îsraf nakin; bê menfeet sa’yê nakin.

Hal ew hal e, mêrêd me bi yekdû kuştinê dimirin; parêd me bo leyzbazan, mitirban, derwêşan, perû û xelatan, mêhvaniyan, rişwetan diçin; ezmanê me bi xeybeta yekûdû şil dibit. Ev e halê me, ev e halê wan. Ew dixebitin, em radizên. Kesê nexebitit heqê jînê çunîne.

Ji van xeberan hate zanîn em çend qeder paşvemayî ne û reqîbêt me çend qeder pêşveçûyî ne. Eve ji bo me sebebê îbretê ye. Eger em jê piçikokek îbretê bigirin, em jî her wekî hemiyan dê bigîhîne miraza xwe.

Xwedê arîkar bit, amîn. Belê, ji bîr nekin, Xwedê di Qur’anê da emir kiriye: “We en leyse lî’l-însanî îlla ma sea”.

7 Kanuna Paşî 35(1919)

E. Rehmî