Damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), sazîyeke zanistî, sekuler û serbixwe ye; di ser hemû partî û îdeolojîyan re ye.

Institut kurde de Lausanne — Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Damezrandin

Bi hişmendîyeke akademîk û zanistî, nivîskar û huqûqnas Necat Zanyar, di 19.04.2024an de bi bangewazîyeke nivîskî, banga damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê kir.

Piştî civînên demdirêj û pêkhatina komîteya reveber, Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di 17.11.2024an de rêznameya xwe amade kir. Di 30ê Çileya 2025an de prosesa fermîkirina enstîtuyê temam bû.

Di 04ê Gulana 2025an de, li bajarê Lozanê bi resepsiyoneke mezin damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat ragihandin.

Komîteya rêveber ya enstîtuyê, ji pênc kesên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Enstîtu, sazîyeke zanistî û sekuler e, di ser hemû partî û îdeolojîyan re ye. Serbixwe ye.

Nav û Navend

Lozan, yek ji navendên giring ên dîyasporaya Kurd e. Neteweya herî zêde bandordîtî ji Peymana Lozanê ya 1923yan, Kurd in. Ji bo Kurdan, navê Lozanê bi mijara serweriyê û huqûqa neteweyî re têkildar e. Bi sedema sembolbûna Lozanê, ji bo nav û navenda enstîtuyê ev bajar hat hilbijartin.

Logo

Ji bermayîyên Ekbatana yên li payîtexta Medê dîyar e, şêr sembola împeretorîya Medyayê ye. Her wiha ji serdemên kevnar ta îro, roj ji bo Kurdan pîroz e.

Sembola bajarê Lozanê jî du şêr in. Du şêrên şaristanîya Medê dest didin du şêrên Lozanê û roja Kurdî diparêzin.

ئینستیتویی کوردی لۆزان کۆمەڵەیەکی فەرمیە، بەپێی مادەکانی ٦٠ و دوای ئەو لە یاسای مەدەنی سویسرا، لە دەفتەری بازرگانی ڤۆد تۆمارکراوە.

شێوەی یاسایی
Association (art. 60 ss CC)
ژمارەی UID/IDE
CHE-143.174.413
ژمارەی تۆمار
CH-550.1.247.765-3
بەرواری تۆمارکردن
شوێنی تۆمارکردن
Registre du commerce du canton de Vaud
مافی واژۆ
Signature collective à deux