Zayenda Deng

2 dîyayîş

Zayenda Deng

Ezman şeqa xwe vekiriye û serê rojê xuya dike. Roj dike wek kurekî biwelide, lê gelo deng rojê pê dide welidandin an jî taybetiya zayendê?

Deng jî ji dengê xwe dikeve şikê. Diwelide, yan diwelidîne! Geh bi hişkî, geh bi nermî, geh jî kurt û dirêj vedide. Carna bi ber bayê der û dora xwe dikeve, ji xwe dûr dikeve, li xwe digere di nav gêj-gerînekê de û zayenda wê jî tevlî vê gerînekê dibe.

Deng di nav heman peyvê de car dilerize car dixîzîne. Di kurtbûnê de dirêj dibe wek “roj”. Tîpa R’yê hişk û bihêz e, O û J dengên domdar in, di nêrtiya xwe de hukum dikin.

Şev bi mêtiya xwe re li hev e. Nazik e, bi raz e, hestiyar e. Bi tîpa Ş’yê dest pê dike, Ş kubar e, dengê wê dirêj e, liber xwe dide, wek xwediya xwe di ser giloweriyê re digihê v’ yê.

Ezman car dibe nêr û car jî ji zayendê dikeve. Carna di nêrtiya xwe de, carna jî di bêzayendiya xwe de deng dide rojê.

Roj û şev bi ezmên dikarin, çimkî zayenda ezmên lewaz e. Di şevê de reş e, di rojê de şîn e. Wek zayenda xwe tim reng diguhere.

Ez û man him bi hêz him jî lerzok e, Ez’man bi heybet vedibe û nermik nermik liber xwe dide û di cî de disekine deng.

Reş, dengê wê ji hişkbûnê dibeze ber bi nermbûnê ve û beza wê raza tariya xwe diteyîsîne der.

Reş di dengê xwe de dibe nêr û nêrtiya xwe li hevalê xwe bar dike. ” Ezmanê reş “dibe bavekî çîk sayî yê bi simbêl.

Şîn di pirzayendiya xwe de tim dizê.” Ezmanê şîn” ew jî hevalê xwe yê li paş xwe, bi xwe re dike dayikekê aram, bêhn fireh û bi rehm. Şev kurê wî, roj keça wê û ew jî di bavtiya xwe de reş, di dayiktiya xwe de jî dibe şîn. Carna jî bi razberîyê dibe sembol “Ezmanê bêxwedî”, “bêxwedî” zayenda wê betal dike û wê dike sembola welatê bêxwedî. Ji ber firehîya wê ya seranserî dibe şahida bêxwedîtiya li jêrî xwe, piştî zayendê ji holê radike wê dehfî nav pirhêliyê dike. Êdî ezman dibe bêxweda, bêkes, bêbawerî. Gava civak ji jêr de lê dinihêre dibîne ku xwedayek pê nikare, olek jê re pir teng e. Ji bo aşiqekî jineke bêqusur e. Dibîne kingê bêxwedî bimîne xwe dispêre firehî û aramiya wê, di çavê civakê de bêxweditî û bêxwedayî, eşq û tenêtiya gerdûnî gişk dibin eyan. Wek dengê bê-xwe-dî, bi bêsînoriyê dest pê dike, bi kêmbûnê diqede, bi dengê xwe tenêtî û kêmasîyê digihîne guhê min.

“Roj û şev bûye xem û firqet. ” (Ehmedê Xanê- Mem û Zîn)

Şev û roj nêr û mêrekî li dij hev in, wek dengên xwe Ş û R, nermikî û hişkolekî.

Xem û firqet. X û F dengên bi lerizîn in ku wateyê jî û zayendê jî bi xwe re dilerizînin.

Xem, nêrtiya bi dengê xwe re dirêj dike û diteyisîne dora xwe.

Firqet, bi mêtiya xwe re dengê xwe di nava xwe de vedişêre.

Roj dibe Mem û Şev jî dibe Zîn û qet nagihên hev.

Xanê jî dibe ezman, car dibe dayîk, car jî bav û trajedîya eşqê bi hêmayên xwezayê re li ser zayendê saz dike.

“şeva reş” “roja reş” reş’î nêrtiyê tîne bîra min. Lê cazîbeya şevê wê dike mê.

Roja reş, cazîbeya reşiyê jî rojê dike mê.

Deng ji zayendê dizê di wateyê de bêhna xwe vedide û…