Şerê Topan Xilas Bû Îro Şerê Qeleman e

Her kes mecbûr e muhafeza heqê xwe biket. Eger neket heqê jînê çunîne, bêheq e. Hifza heqî bi du usûlan dibit. Yan dê bi qeweta destan, yanî bi wasita tifing, top, bomba, tebancan bit; yan jî bi wasita îlmê huqûqê, bi tarîxê dibit. Wextê top û tifingan çû. Çunkî bi wê heq nayête îsbatkirin; belkî he…

Her kes mecbûr e muhafeza heqê xwe biket. Eger neket heqê jînê çunîne, bêheq e. Hifza heqî bi du usûlan dibit. Yan dê bi qeweta destan, yanî bi wasita tifing, top, bomba, tebancan bit; yan jî bi wasita îlmê huqûqê, bi tarîxê dibit.

Wextê top û tifingan çû. Çunkî bi wê heq nayête îsbatkirin; belkî heq bi qewetê ye kîjka xalib ew xwedanheq e; kîjka mexlûb, bêqewet ew bêheq e.

Dêmek bi şerê topan heq îsbat nabit. Me tecrube kir, welat bi xwîne şûşt. Hinde biçûk bêda û bab man, êtîm û êxsîr ketine kolanan; hinde xanedan mehû bûn; hinde xanî, aîle belav bûn; perîşanî li ser perîşaniyê; dîsa çu faîde nekir, hindîtir bû sebebe felaketê. Wekî we ye, şerê topan xilas bû. Vê carê hemiyan zanî, heq bi wasita alimiyê, qelemê dê bête hellkirin. Hun di xezetan da dixwînin ku Meclisa Sulhê wa ye berhev dibit. Hem xezetekê digot:

“Bîst û heştê Kanûna Ewil Meclisa Sulhê dê dest şolê bike. Çu kesê da’wayek hebit bila newestit; mûcibê îlmê huqûqê, îlmê ezmanan, îlmê erdê, îlmê tarîxê… heqê xwe da’wa û bête wê meclisa ku umûm dinya li wê berhev dibin, heqê xwe îsbat biket û lê bibe xwedan”.

Da’wa top, tifing, şeşderban, bombayan xilas. Da’wa qelemê ye. Qeweta îlm û zanînê hakim e li ser hemî tiştan. Divêt xwedanqelem bixebitin, xwedanpare hîmmetê bikin; hinde dane top, tifingan, çarîka wê bidine îlm, qelem û xezetan. Çunkî hemî kesî têzanî top, tifing hindê qelemê şol naket. Cihê bi topan hatine standin, bi qeleman vegêrane. Mesela Sirbistan, Belçîqa, Qeredax, Romanya bi topan hatine standin, bi qelemê vegêrane û hind dîtir milkstandan bo xwe stand. Hate zanîn ku şerê topan xilas bû, şerê qeleman e. Em jî hindek xwedanqelem rêkine Awrupayê; bi qelema xwe bixebitin, heqê me îsbat bikin.

E. Rehmî