Daxuyanî

Banga Lezgîn Ji Bo Rojava

4 dîyayîş
Banga Lezgîn Ji Bo Rojava

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, ku mafê self determînasyonê yê Kurdan esas digire, di serî de Amerîka û Fransa, vê bangê li raya giştî ya navneteweyî dike:

1- Ji bo li herêma Rojavayê Kurdistanê ya Suriyeyê trajedîyeke mirovî pêk neyê û zêdetir sivîl nemirin, divê demildest hemû bergirîyên pêwîst werin girtin.

2- Divê sivîl ji herêma şer bên dûrxistin.

3- Demokratîkbûna Surîyeyê di demeke kin û navîn de ne pêkan e. Ji ber vê yekê, ji bo parastina mafê komên neteweyî û dînî, divê li Suriyeyê sîstemeke federal bê damezrandin.

4- Li herêma Rojavayê Kurdistanê divê ne li ser bingeha partîyekê, li ser bingeha mafên neteweyî, desthilatdariyeke Kurdî bê damezrandin û ev desthilatdarî bibe parçeyek ji sîstema federal a Sûriyeyê.

5- Têkbirina Kurdan bi rêya şidetê, di dema kin de wek çareserî bê dîtin jî, di demeke navîn û dirêj de wê krîza heyî dijwartir bike. Divê zanibe, dîrok dê xwe dubare bike.

Bi rêzdarî em ji hemû alîyan û raya giştî re radigihînin.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê — Lozan, 22.01.2026