Nûçeyên IKL

Aktîvîteya Sêva Mêxekrêj

4 dîyayîş
Aktîvîteya Sêva Mêxekrêj

Sêva mêxekrêj di kultura Kurdistanîyan de yek ji nîşaneyên dildarîyê ye. Di meha Sibatê de bi sedema roja xoşewîstan, aktîvîteyên Sêva Mêxekrêj tên lidarxistin.

Dawîya Sibata 2026an, li Swîsre bajarê Lozanê, bi hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, ji alîyê Women of Kurdistan ve aktîvîteya Sêva Mêxekrêj hat lidarxistin. Di aktîvîteyê de serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar axavtinek kir. Zanyar di axavtina xwe de behsa işq û evînê di çanda Kurdî de kir û ji helbestên klasîk yên Kurdî xwendin.

Aktîvîte, bi çêkîrina sêvan, xwarin û xwendina sitran û helbestan pêk hat.