Îttîfaq

1 visualizzazioni

Ez temaşe dikim; heçî tiştê dibêjinê qewet, ew bi danayeka keriyê bêehemmiyet çêbûne. Mesela, ehemmiyeta mûyekê çunîne. Wekî berhev dikin, dirêsin, dibîte ben. Ewan benan têkda radiçînin, dibîte werîs, qeweta werîs dibînî. Sê û çar mêr neşên bizdînin. Her wisan temaşe dikim, togilê kirkirikan pûşeke…

Ez temaşe dikim; heçî tiştê dibêjinê qewet, ew bi danayeka keriyê bêehemmiyet çêbûne. Mesela, ehemmiyeta mûyekê çunîne. Wekî berhev dikin, dirêsin, dibîte ben. Ewan benan têkda radiçînin, dibîte werîs, qeweta werîs dibînî. Sê û çar mêr neşên bizdînin.

Her wisan temaşe dikim, togilê kirkirikan pûşekeke bêehemmiyet e. Wekî dirêsin dibîte kab. Wan kaban têkda radiçînin, dibîte “xalat”, ku waporêd hinde mezin û hinde biqewet her wekî kelekekê dikêşite îskelê. Dîsa tê difikirim; çiyayêd hinde mezin diqewirînin, riyan çêdikin, hinde qeder palan, hinde qeder hoştan didine şolê. Mesrefa wan hesaba milyonan e. Eceba ew pare ji kîsikê mirovekî derdikevin?

Nexêr

Bi çawan berhev dikin?

Mesela her kesek mehê deh qurişan didin. Serê mirovê deh quriş, ya hezar mirovan diket deh hezar quriş. Di deh mehan da sed hezar diket. Karê wî jî hinde pare dibin deynê banqek. Bi wê banqê çiyan werdigerînin, şemenduferan çêdikin, dinyayê nêzîkê yek dikin, behran têkilê yek dikin, ceman werdigerînin, solan dikin, kiryaran rast dikin.

Welhasil, tiştê bêehemmiyet em ku lê difikirin, dewlet li serê tefaq û yekbûnê, dibîte tiştekî mezin. Ji wê hindê ye hemî millet berê tefaqê çediket, paşê di solan da muweffeq dibit. Meqseda me ew e, ku em ji hemî milletan paşvemayî ne, aqil ji ben û rêsan û kab, xalatan bigirin, berhev bibin, bibine yek. Eger ne, dest bi Fathe û Yasînê bikin, ku li pêş huzura Xwedê dê çawan cewaba xwe bidin. Çunkî xwîna milletekî weha reben Xwedê dê ji me bixwazit. Ji min gotin, ji we îttîfaq, ji mezinan hîmmet, ji biçûkan xîret, ji rûhaniyeta Pêxember ‘eleyhîssalat-u wesselam îmdad, ji Xwedê muweffeqiyet.

15 Çiriya Paşî 334(1918)

Ji Mala Hekariyan

E. Rehmî