Biçûkê Negirît Memikê Naxut

Îroke em jî ji dinyayê xwedanbahr in. Yanî, wekî Xwedê dinya afirandî, nîmetên xwe li ser hemî milletan belav kirî, em Kurd jê cuda nekirine. Demek bafira me her wekî hemiyan di dinyayê heye. Hal ew hal e hemî millet xwedaniyê di heqê xwe dikin, belê em carekê heqê xwe nas nakin heta xwedaniyê bikin…

Îroke em jî ji dinyayê xwedanbahr in. Yanî, wekî Xwedê dinya afirandî, nîmetên xwe li ser hemî milletan belav kirî, em Kurd jê cuda nekirine. Demek bafira me her wekî hemiyan di dinyayê heye. Hal ew hal e hemî millet xwedaniyê di heqê xwe dikin, belê em carekê heqê xwe nas nakin heta xwedaniyê bikin. Wekî em heqê xwe nas nakin, milletê wekî cînarê me ye ew jî hes naket ku em heqê xwe bizanin. Lewra nezanîna me kara wan e; bi wê dibine warisê me, heqê me ji bo xwe distînin; em jî milletê bêhaq di nav wan da dimînin; ber destê wan, di bin zulma wan mehû dibin. Çunkî em heqê xwe nas nakin ku ji bo bigirîn. Ji ber negirîna me, xelqê ku dinyayê bi tiliya xwe digerinin ew jî me nas nakin, dengê me nabihên, heqê me didine dijminan! Wekî we ye, aqilê xwe bînin serê xwe, dest bavêjine girînê, bila ah û fîxanêt me biçine felekê, welwelê bêxite di nav hemî ‘alemê, ca xelq bizanit em jî hişyar in û ji bo heqê xwe digirîn, me jî ji dinyayê her wekî ‘alemê bafira xwe divêt. Belê, îroke me ji hemî milletan zehftir lawdane kuştin û ji hemî kesî gelektir xwedanzirar bûne û ji hemî qewman perîşantir bûne. Bo çi em de’wa heqê xwe nakin ku heta çoxînane(kalemastê) li hemiyan belav dikin, em mayîne bêheq, yexsîr, di bin destê neyaran!

Divêt em qenc bizanin, eger vê carê em li heqê xwe nebine xwedan, heta hetayê em dê xwe berze bikin, Kurdîtî, Kurmancîtî namînite li dinyayê, biçûkêt me dê ji dîn vegerin me’azellah, dê qebir, gorrêt me bikolin, hêskiyêt me derêxin, bav û dê la’netê lê bikin. Ji ber vê mesûliyeta mezin em dê çawa derkevine li pêş Xwedê û pêxemberan, ku em dê bibine sebebe hinde Îslaman? Dema min got “bigirîn”

Eceba em dê çawa bigirîn?

Giriya bi çavan, wêrandina rohnikan çu faydê naket. Divêt em bi xezetan bigirîn.

Ma bi xezetan tête girîn?

Belê, dengê xezetan diçîte guhê hemî xelqî, heta Awrupayê û Asyayê û Amerîqayê digirit, hemî îqlîmêt cîhan xeberan, ah û fîxanan digerînit.

Baş e, xezete dê bi çi ezmanî derkevit?

Ew cewaba te mezin e. Ewil, divêt ji bo hişyarkirina me û ji bo danezanîna me ehwalê ‘alemê, bi Kurmancî; paşê ji bo dengê giriya me ku bigîhîne guhê Awrupayê, bi Frengî; ya dîtir, ji bo arîkarîgirta ‘alema Îslamê digel me, bi Tirkî; sê xezete ji bo me lazim in.

Xulasa fikra te ji bo xilasbûna me çi ye?

Girîn... Girîn... Girîn...

23 Çiriya Paşî 334(1918)

Ji Mala Hekariyan

E. Rehmî